Xêra bide şera wergerîn
Heq elĥemdilla reb elalemîn
Şehda dînê min yek Elah
Melek Şêxesen heq ĥebîb Elah
وهذا دعاء يقال حين الوفاة أو المرور بجانب مقبرة أو
مزار، أو ما شابه:
Heq tu
Xweda yî
Xudanê mor û mayî
Ya rebî kes ne ji te û tu ne ji kesa yî
Ya rebî tu layiqî medĥa yî
Kes nizane tuyî çawa yî
Kes nizane tu çi lewnî çi rengî
Kes nizane tu çi sewtî çi dengî
Ya Rebî tu reĥmî tu reĥîmî
Xaliqê ji ezel de tî qedîmî
Li vê dinê tu kar tînî
Vî ezmanî vê stûn radiwestînî
Li hemû derda tî hekîmî
Sed xwaziya wî rihî tu pê dî jê nestînî
Zor derece bigihînî
Tu bi reĥma xwe ya Xwedê Tu me bireĥmînî
* *
*
Afrandina dinê
Qewla zibûnî dilmeksûr
Qendîl
ji ba nazil bû
Padşê min lê kiri bû çav e
Çi got wê durê ji durê werî av e.l
Av ji durê weriya
bû derya û pengiya
Padşe
merkeb best (çêkir) û tê geriya.l
Ew û her çar yar e
Li merkebê bûn siwar e
Tê seyrî çar kenar e
Hat li
Lalişê sekinî û got : Ev heq war e.l
Padşê min hêvan avête vê deryayê
Derya meyî dûmanek jê hincinî
Heft ezman pê nijinîn.l
Padşê min bi ezmana ve biraste (çû)
Mekan danî û textê xwe veguhaste
Xwedê Ti'ala got:l
Hezkirina min ji qebda (dest) rast e.l
Bi ezmana ve kiri bû sefer e
Cara zinar kiri bû ker bi ker (perçe) e
Kire riknî çendî menber (dîne) e.l
Aşiqa (milaîke) jê xeber da
Şaxeka dî jê berda
Ew jî kir riknî çendî erda.l
Erd mabû behitî
Xudûdekî (ihtîzaz) xwe dikî
Erd bê wê surê neditebitî.l
Piştî çel salî bi hejmar e
Erdê xwe ranedigirtî heşar e
Heta miĥbet û xerza nûranî di nav de dihinare (dişand).l
Ku Laliş nezilî
Nûra miĥbetê tê de qendilî
Erd şabû û pê xemilî.l
Ku Laliş dahat
Li erdê şîn bû nebat
Pê xemilî çendî kaynat.l
Çendî kaynat pê zeyinîn
Av, ax , ba û agir têk hinicîn
Qalibê Adem pêxember pê nijinî.l
Padşê min reb el'izet e
Wî ewil afrand melayket e
Da destê wan doje û cinet e.l
Padşê min herheft surên xewle ne
Ew rayekê (fikrekê) dikine
Yêqin bike ez dê kinyatekê ava bikime.l
Şemiyê danî esas e
Li Înê kirî xelas e
Piştî heft sed sal
Heft sur gihaştin duran û kas e
Qalibê Adem ma bû bê kaf e (riĥ).l
Gote riĥê bo çi naçî nav e
Rihê got: Bo aşiqa me'ilûm e
Heta ji mere nên şaz û qudûm e (def û şibab)
Nîveka riĥê û qalibê Adem zor tixûm e.l
Şaz û qudûm hatin hedirîn
Nûra miĥbetê hingufte serî
Riĥ hat û tê de wetinî( kire welat)
Adem pêxember ji wê kasê vedixwar û vedijiya
Mest bû hejiya
Goşt lê rihiya xwîn tê geriya.l
Hewa kasa nûrî ne
Adem pêxember vewxar eşq û dilê yeqî ne
Lew li cesedê wî gerî goşt û xwîn ne.l
Adem pêxember ji kasê vedixware
Kerameta wê kasê hatî bal e.l
Ew kasa li adem pêxember xwaş tê
Kerameta kasê digihîştê
Wê kasê Adem pêxember bire bihiştê.l
Şehîd pêxember (Şîs) ji wê kasê dibû nest e
Ne pê ye ne dest e
Rebê min keramet ber wî dixiste.l
Şehîd pêxember ji wê kasê vedixware
Ew kerameta wê kasê hatî bal e
Le ĥoriya nav Ĥena borî dihinar e
* * *
www.lokmanafrin.com
Du'a Şifaqê
Ya rebî
sibe ye
Mîr û melek ji te didin medeh e
Ew in xasê navê Qubeh e.l
Ew in ronahiya ber siba
Ronika berê
sibê lê dahir bû
Bor li îbadeta xwedê siwar bû.l
Sed xaza min li wî rihî be
Pêş terîqeta xwe pawesta bû
Sed xaza mina li wî rihî be
Pêş terîqeta xwe pawest e.l
Aşiq û me'şûq (Şêşems û melek Fexredîn) û raya desta
Me mirazê xwe ji wan dixwaste
Wan mirazê xwe ji ĥeqîqetê dixwaste.l
يا سيد الصبح،
الأمير العالي، الفقير الوعداني ،
Şêxê Heqîqetê
،
يا ربي تقبل دعاءنا مع دعاء المؤمنين،
يا رب تقبل دعاءنا مع دعاء الصالحين،
يا ربي تقبل دعاءنا بدعاء المختارين،
يا سيد الصبح، الصباح الجديد، الملك الشهيد
،Nefesa
ĥeq sira siltan Êzîd
انت المفر يا سلطان إيزيد،
شيخ، وپير، ومريد، أحد لآخر لا يجوز،
نحن مريدوك، كما تأمر نحن نريد.
آمين الله، يا ربي تفتح علينا باب الخير
عملنا مع عمل المؤمنين.
يا ربي؛ فتح قريب، عملنا مع عمل المؤمنين.
يا ربي؛ ادفع البلاء عنا، عملنا مع عمل المؤمنين.
Şêxadî şêxê
çi ye?l
Wî danî bû ol û erkan me'rîfet û rê ye
Erd û ezman pê xwaş dibe ye.l
Şêxadî şêxê kehfê ye
Ewilî ji wî lûfî ye
Lûĥ û meĥfûz navê xwedê ye.l
Şêxadî û melek Şêxesen bi şêxitî qebiland
Erş û kursî
bor dixemiland
Ĥoriya ezman bor hilhilandin.l
Şêxadî şêx qebûle
Zeyînan dibû Sitiya stona
Dîwan Şêxadî û melek Şêxesen şewq û nûr e.l
Sercêş binî me ye
Kaniya sipî quble ye
Sinetxane bi navê Xwedê
Siltan Şêxadî melek Şêxesen didan şehde ye
Temam Xwedê.l
www.lokmanafrin.com
Du'a Sibê
Amîn Amîn
Amîn
Tebarek Ellah edîn, Ellah eĥsen mîn kul elxaliqîn
Himeta me Şemsedîn, Fexredîn, Nasirdîn, Sicadîn, Amadîn,
Babadîn
Şêşems e , qiweta dîn
Melekî Tawis tacjil ewlîn ĥeta êxrîn
Xêra bide şera wergerîn
Heq el ĥemdila reb elalemîn
Şehda dînê min yek Elah
Melek Şêxesen ĥeq ĥebîb Elah.
Sibeh e ro li me hildihate
Li ser milê me du celat e
Hilo (rabin) ji me re bibin şahîd.l
Sibeh e ro zeriqî
Nûr bi nûrê şifiqî
Melek 'Umrîn (Şêşems) li ber tifiqî.l
Sibĥan ji
te xaliqî
Sibe ye rojhilat e
şukriya me ji te xwedê ye.
Ya Xwedê:l
Me yek sidiq, heya dîn û îman ji te divê ye
Sibe ye Şêşems da beyan e
Nav û dikarê (zikir) şêşems 'Elê Selam e
Roniya Şêşems da çarde tebeqe red û ezmên e.l
Ji malê heta malê
Şêşemsê xudanê sîqalê (pakbûnê)
Em Şêşems ne birin û xeyal e.l
Ji derecê heta derecê
Şêşems xudanê ferecê
Em tewaf bin dest û damana Şêşems
Şona birkit ke'bit Ela û ĥecê.l
ji stonê ta stonê
Çel mifte hundura xezînê
Şêşems da dest xudanê merîfet û nasînê.l
Ji çava heta devî
Mora Şêşmes lê dikevî
Ji muĥbeta mîr meleka
Ger me nehêle em binivî (xafil).l
Ji devî heta çav e
Mora Şêşems geriya li nav e
Ya Şêşems me bi te silav e
Ya Şêşems hev dinya si'et û gav e.l
Serî heta pê ye
Ya Şêşems te em nexşandine ser vê rê ye
Em sinetxane ji te hêvî ye.l
Ya Şêşems
te em vexandin ber vê xilmetê (rêkê)
Ber me veke dergekî reĥmetê
Bipirse li ĥalê me ehlî çendî sinetê.l
Sinetê ku sinet e
Zibûnekî kêm taqet e
Ewana Şêşems înet e.l
Sinetê go sinî ne
Zibûnê mandîn e
Ewana ji Şêşems hêvîn e.l
Ya Şêşems, umetê beĥrê giran dimeyînî
Bo min mezheb û dîn e
Sed xazma min li wî riĥî be
Ba te tê ye û jê nastîne
Zor dereca re bigerînî.l
Ya rebî tuyî reĥîmî
Xaliqekî minî ji ezel de tuyî qedîmî
Li hemû derda tuyî ĥekîmî.l
Ya rebî tuyî rehîmî
Xaliqekî minî bi canî
Li hemû derda tu dermanî
Li hemû mixliqata bi xudanî.l
Şêşemsê minî mîr e
Bavê me derwîşa, qelendera (xudan keramet) û feqîra re
Kaniya şêxan û pîra.
Ya Şêşems tuyî li bangê tuyî li gaziyê
Gel ixtiyara gel rêwiya
Erkan sikiniye li ser milê 'Edewiya
Em sinetxane ji te hêvî ne.l
Ya Şêşems tuyî li bangê tuyî li mihdera
Gel ixtiyara (zanyarên dîn) gel rêbera
Erkan sikiniye li ser milê Qelendera.l
Ya Şêşems me bi te mefer e
Ya Şêşems tuyî mefer e
Ya rebî tu xaliqekî min î her û herî
Tu rizqa didî rizqa dibirî.l
Şêşemsî minî nûrîn e
Ser kursiya zêrîn e
Kilît û mifte bi destê wî ne
Vedike derê zor xezîne
Em sinetxane ji te hêvî ne
Tu dermanê hemû birîna
Temam Xwedê û Siltan Şêxadî, baqî Ela.l
www.lokmanafrin.com
Du'a Nîvro
Ya Rebî..l
tu bidî xatirê Hesen zerbaba (keramet)
Def û şibaba
Qudis, Meke, Medîne û Ki'be
Êzdîn e mîr bavê bava
Mezinê çendî siĥaba.
Ya Rebî..l
tu bidî xatirê melekê ber rojê
Çawîşê Şêşems, Bercis Adêl, Marîn, Es'ed, Malikil
Mişterî,
Amadînê Şemsa, Qedîbilban, Hicm û Mendûm, Mendê Şerîf,
Mendê Tûkilkî.l
Ya Rebî..l
tu bidî xatirê dura sipî ye,l
Padişe û
bêrî ye
Nefesa ĥeq sira Siltan Êzdî ye
Melek Şerfedîn, xêr û sebîl, şerpik û çira ye
Perî qendîl dergehê dîwan siltan Şêxadî kî.l
Ya Rebî..l
tu bidî xatirê Ixtiyarê Mixfî
Sira li pêş pira seratê
Ĥadêr, Nadêr, Qadêr, Cencerî, Cebrîn
Qubit xilûrî alî tu bi 'Umranê Hindî kî.l
Ya Rebî..l
tu bidî xatirê mezin meydana meleka
Ser holê sekiniye dewrêşê Qatanî
Serdarê heştê hezar siwarê mala Adiya
Pîrê Libna, pîra Fat, Re'biya Edewî, Sitiya Ês, Maka
Şêxadî,l
Xatûna Fexra, Şêxfexrê Adiya, Şêx Mend, Nasirdîn,
Sicadîn,l
Kafê û Zimzimê, qublitil bidûr, Êzdînemir kî.l
Ya rebî..
tu bidî xatirê Kaniya Sipî
Seyêd ElKewdel, Ĥewdel, kewdel kekê Şêx şehîd Ela, Pîr
Bab,l
pîr Mendî Gorî, Delîlî Behrî, Zencerî wereq, Miş'el,
sira Tawisî
Melek, her heft kurê Pîrê, sûka me'rîfetê, pênc ferzên
ĥeqîqetê,l
dîwana aĝê Qelendera, dergeha Mîr li Mîr Amadîn kî.l
Ya Rebî..l
Tu bidî xatirê Idrîsî Xeyat, banî 'erş e,l
Bilîlî Hebeş, Şêx Mihemdî Harûnî, Reşî Gorayî, Melek
Zîn,l
Melek Fexredîn, Çel Mîrî li ber secadê kî.l
Ya Rebî..l
Tu bidî
xatirê Pîrî Kûza, Pîrî Kemal, Pîrî Tercuman, Şahê
Siwara, Seyêd ElBekir, Guharzer, Zerguhar, Dara Qewala,
Darê
Qelendera, Sitiya Ês, Maka Şêxadî, Qepiyê Reş, Qepê
Miraza kî.l
Ya Rebî..l
Em mirazê xwe ji te dixwazin
Dîn û îman û kemal e
Temam Xwedê û siltan Şêxadî.l
www.lokmanafrin.com
Du'a Rojava
Ya rebî,
bidî bona xatirê mîrê Rojhilat, Rojava, dotê û dayê, çel
eynil beyzayê
Ya rebî, me sinetxanê xelas bikî ji qeda û belayê
Ya rebî, bidî bona xatirê 'erş û kursî, ga û masî
Ya rebî, tu li ĥalê me û sinetxanê bipirsî
Ya rebî, tu bidî bona xatirê 'erş û sema, lûĥ û qelem e,
Hewa û
Adem, Êsa û Meryem e
Ya rebî, li bangîna me û sinetxanê bê hemî çaxa, hemî
dema
Ya rebî, bidî bona xatirê zerhêvarî, bihuşt û darê, kafê
û zimzimê
û miĝarê, Siltan Êzîd xudanê biryarê, Siltan Şêxadî li
Bêtilfarê
Ya rebî, li bangîna me û sinetxanê bê vê êvarê
Ya rebî, bidî bona xatirê Siltan Êzîd edqatê, reĥtil
fi'êla xudanêd
xêra, kafê û her heft mêra, melek Fexredîn her çar gêla
Ya rebî, li ber me û sinetxanê vekî dergekî xêra
Ya rebî, bidî bona xatirê 'erşan û feleka ĥoriya û
meleka Tawis
Melek çarde tebeka
Ya rebî, ferceka xêrê li ber me û sinetxanê vekî
Ya rebî, bidî bona xatirê sûka me'rîfetê, Pênc ferzên
heqîqetê
Mêrê çê,
Derwêş bi rojê dike xilametê, bi şev û roj digîşte
'îbadetê
Ya rebî, li ber me û sinetxanê vekî dergekî reĥmetê
Ya rebî, bi qedrê kasê kî, bi qedrê durê kî, bi qedrê
Ixtiyarê
Mixfî sira binî beĥir kî, nefesa ĥeq, sira Siltan Êzîd
kî, hêvî û
mehdere kî, li ber me û sinetxanê li ba xwe cêkî
Ya rebî, bidî xatirê dura sipî ye, padşê bê rî ye,
nefesa heq sira
siltan Êzêdî ye
Ya rebî, me û sinetxanê ji te hêvî ye
Ya rebî, bidî bona xatirê dura zer e, ba û agir e, erd û
ezman û
ber e, dîwanê aĝê Qelender e, Êzdî ne mîr her çar sir e
Ya rebî, di bangîna me û sinetxanê were
Ya rebî, bidî xatirê dura sor e, kursiya ji batin de mor
e, mekanê
siltan Êzîdî minî sor e, Lalişek avakir li jor e, dergek
lê danî
qubitil bidûr e
Ya rebî, li bangîna me û sinetxanê were
Ya rebî, bidî bona kursiya reĥmanê, can lawê can e, erd
û ezman
e, Qudis û mûsĥan e, sira qere Şêxmendî Fexran e, li ber
me vekî
dergekî xêran e
Ya rebî, bidî bona kursiya cebêr e, xudanên xêra, gavê
her heft
mêra
Ya rebî, li bangîna me û sinetxanê were
Ya rebî, bidî bona xatirê Ezazîl, Dirdaîl, Mekaîl,
Cibraîl, Israfîl,l
Şemxaîl, Nûraîl, her heft melekên kibêr
Ewan çiqas sal û wext û bedîl
Her û her sekinîne li qeĥif û qeyser, hizreta melekê
celîl
Di dest wan de mifte û kilît
Ya rebî, me û sinetxanê nekî ji bîr e
Ya rebî,l
Bidî xatirê
mîrê bilind, Feqîrê sozdayî, mîrê Tebekê Şamê, Siltan
Êzîd li Şamê, şêx Mend paşayê Ĥelebê, mezela kekê Ezîz.l
Temam Xwedê û siltan Şêxadî
www.lokmanafrin.com
Du'a Hêvarê
Şihada dînê
min yek Elah, melek Şêxesen ĥeq ĥebîb Ela.
Meqbûlî mergeh selah
Silava meqbûlî li mergehê
Li Lalişê xudanid qubehê
Ciyê mehê binê mehê
Ciyê Sinetxanê li dû Şêxadî dikşîn ber xwedê
Jêre dikin 'ebadet û sicadetê
Xwedayê minî xefûr e
Şêşems nûr e
Min şihade îmana xwe bi navê Xwedê û Tawis Melek dike
qebûle
Şêxadî padişa ye
Şêxubekir mewla ye
Şêşems çira ye
Melek Şêxesen serî xetma ye
Şihada îmana xwe bi navê Tawisî Melek min heq dida ye
Heq Xweda ye
Melek Şêxesen serî xitma ye
Xwedê heqê min e
Şihada dînê min yek Ela , Melek Tawis heq ĥebîb Ela
***
www.lokmanafrin.com
Du'a Si'ûra
Eyneta dînê Êzdî te li me kiriye ferz, em sê ro roji li
bo te
bigirin.
* * *
Du'a Fitara
Ya rebî westana me li boşê nedî, xilmeta me qebûl bikî.
* * *
Du'a Biskê
Rojeka ji rojan e
Em destûrê xwedê û mêran e
Biska şêxalê Şemsan e
Roj e kaniya sipî didan e
Lê danîn ĥed û sed û ol û erkan e
Micade û Çelxan e
Leylet Qedir sîret reĥman e
Kaf bilind bû çû ezman e
Du çiya li hev dan wekî beran e
Şemsê Êzdî lê danî nîşan e
Ya siltan Şêxadî ji dest e ji te lava n e
Ya rebî qurbana vê biskê jê re qebûl bikî
Heger gay e û heger beran e
Hoz hoz bimbarek be.l
Pîroz
***
شيخ حسين
شيخ بريم
|